Îtziar Îtuno: Berxwedana jinên Kurd li welatê me bû hêvî

Cîhan ew ji rêzefîlma La Casa De Papel (La Kasa De Papel) nas kir. Itziar Ituño Martínez (Îtzîar Îtuno Martînez) yan jî Lîzbon e.. Ew niha yek ji wan kesan e ku ji nêz ve têkoşîn û berxwedana jinên Kurd dişopîne. Îtzîar Martînez dibêje; Jinên Kurd di çavên min de leheng in. Berxwedana wan mûyê laşê mirovan radike. Ew ji bo min û welatê me bûne hêvî. 

Itziar Ituño Martínez (Îtzîar Îtuno Martînez)

Yek ji hunermendên navdar ên herêma Baskê ye.

Lê piraniya me, piştî rêzefîlmê bi navê La Kasa De Papel ew nas kir.

Li gel karê xwe yê sînemayê, ew di heman demê de şanoger û muzîsyen e jî.

Ji bo fîlmê binavê Grev vê gavê li Tirkiyê ye.

Îtzîar di vî fîlmî de bi rola jineke milîtan a berxwedêr radibe.Rojnameya Yenî-yaşam têkildarî xebatên wê bi Îtzîar Martînez re hevpeyvîneke berfereh çêkir.

Ji xebatên sînemayê bigre, heta muzîk û şanogerî, behsa serpêhatiyên xwe kir.

Lê ew dibêje di vê pêvajoya derbasîbûyî de herî zêde berxwedana jina Kurd bandor lê kir.

Di hevpeyvîna xwe de balê dikişîne ser zilma li welatê wê Baskê hatiye kirin û dibêje:

Di serdema dîktator Franko de zilmeke mezin li me hate kirin. 40 salan dewam kir.

Û di vê pêvajoyê de herî zêde êrişî zimanê me kirin.
Îtzîar Martînez sedema tevlîbûna xwe ya nava ekîba rêzefîlmê “La Kasa De Papel” jî wiha tîne ziman:

Ew çîroka serî-rakirina li hemberî pergala dewletê bû.

Li wir mijar diziya ji dizan bû. Ji ber vê yekê mirovan elaqeya zêde nîşan da.

Li ser pirsa, wê ji bo Rojava projeya stranekê amade kir û ev yek çawa pêş ket? ev got:

Ya rats ew ne stran, lê vîdeo bû.

Ez têkoşîna jinên Kurd ji nêz ve dişopînim. Li welatê min jinên Kurd bûne çavkaniya hêviyê.

Her kes bi çavê lehengan li wan temaşe dike.

Berxwedana wan mûyê laşê mirovan radike.

Herî dawî bi zimanê Kurdî dibêje Spas û Îtzîar Martînez hevpeyvîna xwe bi dawî dike.

Back to top button