PYD: GELÊ SÛRIYÊ ÇAWA DAIŞ TÊK BIR , DIKARE DAGIRKERIYA TIRK JÎ TÊK BIBE

Meclisa Giştî ya PYD’ê teqez kir ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dikare li beramber siyasetên qirêj ên dewleta Tirk bisekinin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyeke nivîskî têkildarî dîwarê parçekirinê yê li derdora Efrînê weşand û wiha got;

Tirkiyê bi avakirina dîwar hemû qanûnên navneteweyî di nav de qanûnên dagirkeriyê binpê kirin.

Ev binpêkirinên Tirkiye li pêşiya çavê cîhan û rejîma Sûriyê ku temaşeker e û bê deng in, dîwar ava dike.

Dewleta Tirk siyaseta xwe ya berfirehkirin û tevlêbûna xaka Sûriyê bi armanca projeya Mîsaqa Millî pêk bîne dike.

Em wek PYD teqez dikin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dikare li beramber siyasetên qirêj yên dagirkeriya Tirk bisekine.

Her wiha çawa DAIŞ têk bir, dikare dagirkeriya Tirk jî têk bibe.

Ji lewre bang li hemû hêz û aliyên piştgiriyên demokrasî dikin ku bi sekneke cesaret bisekinin û bibêjin êdî bes e ji dagirkeriya Tirkî re.”

Leave a Reply

Back to top button