“Tirkiyê Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir kiriye”

Piştî 5 salan, rêveberiya Pekîn li wê yekê mukir hat ku dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir kirî ye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, artêşa Tirk ava vexwarinê li ser welatiyan qut dike.

Nûnerê daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang têkildarî rewşa Sûrî li Konseya Ewlekariyê axivî..

Shuang anî ziman ku rapora Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyê fikarên wan zêde kirine û wiha got:

Dewleta Tirk bi awayekî dij-qanûnî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye.

Her wiha çavkaniyên avê jî li ser wekatiyan biriye.

Nûnerê Çînê bang li dewleta Tirk kir das ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Back to top button