Li Şehba û Cizîrê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Hêrs û nerazîbûnên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê yên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk her diçe zêde dibe.
Îro jî li Şehba, Dirêbêsiyê û Girkê-Legê bi hezaran kes daketin qadan û gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyan de li dijî êrişan, peyama berxwedan û bilinkirina têkoşînê hate dayîn.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê meşîyan.

Meş li qada şehîd Xemgîn veguherî mêtîngê..

Hevserokê Meclisa Dêribêsiyê Rûstem Bekir di mîtîngê de axivî û balkişand ser êrişên dewleta Tirk li hember sivîlan ku bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê pêk tên û got:

Ev êriş û gefên dewleta Tirk ji bo kirîzên xwe yên navxweyî derxin ji derve pêk tên.

Rûstem bêdengiya Rûsiya û DYA ya li dijî êrişên dewleta Tirk rexne kir û peymana agirbestê ya 2019’ê di nava aliyan de bi bîr xist û bang li hêzên li herêmê çalak kir ku qedexeya firînê li ser herêmê pêk bînin..

GIRKÊ-LEGÊ

Li Girkê-Legê jî Şênî daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin.

Di çalakiyê de endama Kongra Star Narîşan Berekat axivî û balkişand ser kiryarên dagirkeriya Tirk ku derheqê xelkê herêmê de didome û got:

Ev êriş bi mebesta tirsandina welatiyan û têkbirina fikra Netewa Demokratîk û jiyana hevpeş pêk tê. Lê îrada me wê hîne xurtir bibe û ji bo mafê xwe, em ê pîlanên dewleta Tirk têk bibin.

ŞEHBA

Bi diruşmeya “Bi rihê berxwedana serdemê em ê azadkirina Efrînê misoger bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin”, li Şehbayê jî çalakî hebû…

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û bi beşdariya sedan xwendekarên herêma Efrînê li ser riya di navbera navçeya Ehdas û gundê Meratê kom bûn û meşiyan…

Li parka Ehdas meş veguhirî mitîngê.

Li vir ,Endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ehmed Hesen axivî û got:

“Armanca gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Tel Rifeta ku bi deh hezaran koçber tê de ne, berdewamiya planên wê yên dagirkirina herêmên din e.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de got:

“Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelan şermezar dikin. Em wekî xwendekarên herêma Efrînê, li hemberî van planan me xeta berxwedanê hilbijart. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.”

Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Ehresê jî bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Hat diyar kirin ewê li dijî her cure tundî û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Back to top button