HPG: Gerîllayên YJA-Starê li hêzên dagirker dan

Gerîllayên YJA-Star’ê li herêma Xakurkê li hêzên artêşa Tirk dan.
Li aliyê din ji 25’ê Cotmehê ve êrişa balafirên Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer û êrişên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya rojane belav kir.

Li gorî vê,

25’ê Cotmehê gerîllayên YJA-STAR’ê li herêma Xakurkê li hêzên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Şahan bicih bûne dan.

Çalakî bi çekên giran hat lidarxistin û di encamê de çeperek hêzên dagirker hat tinekirin.

26’ê Cotmehê artêşa Tirk li herêma Avaşînê, Qada Werxelê 2 caran bi teqemeniyan bombebaran kir.

Li Zapê jî rojên 25 û 26’ê Cotmehê, qadên Çemço û Kûnîşka ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Dîsa 26’ê Cotmehê li herêma Metînayê, qada Koordîne û Kela Qûmriyê bûn armanca êrişa helîkopterên şer.

Back to top button