Endamên Şaredariyên Qamişlo beşdarî çalakiya Sêmalka bûn

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine 24 roj in dewam dike.
Heta niha PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye û bersiva malbatan nade.
Îro endamên Şaredariyên gel ên Qamişlo berê xwe dan deriyê sêmalka û tevlî çalakiyê bûn.

Endamên Şaredariyên Kantona Qamişlo di çalakiyê de daxuyanî dan..

Endama komîteya Şaredariyan Menal Mihemed Emîn daxuyanî xwend û balkişand ser beşdarbûna çekdarên PDK`ê û çeteyên “Leşkerên Roj” di kemîna li dijî hêzên gerîla û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên PDK`ê û Leşkerên Roj bi fermana dewleta Tirk birayên xwe dikujin û rewşê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlîhev dikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi damezirandina çeteyên “Leşkerên Roj” ku xizmeta dewleta Tirk dike hat kirin û ev yek hat ziman:

“Leşkerên Roj tenê fîşekek jî li hemberî dijminan neavêtin, wekî çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk. Lê belê hêzên HPG`ê yên azadî û rûmeta gelê Kurd û pêkhateyên herêmê diparêzin, hedef girtin. Divê PDK’ê dest ji van helwestan berde.”

Back to top button