EBDULLAH BOZKÛRT: ERDOGAN TERORÎSTAN WEKE KAXEZEKE GEFAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BIKAR TÎNE

Roj bi roj belge û helwestên ku piştgirya Hikûmeta Erdogan bi komên çete re û di serî de çeteyên DAIŞ’ê li ber çavan diyar dibin. Rêveberên malpera Nordîk Monîtûr Ebdullah Bozkûrt diyar kir ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe piştgirî da komên terorîst û sînorên xwe ji bo çûn û hatina wan vekirî hişt.
Her wiha Berdevkê artêşa netewî ya Lîbyayê jî got: Tirkiyê bi riya balefiran çeteyên Cebhet El Nusra rê dike Lîbiyayê.

Rojane helwestên ku piştgiriya Erdogan ji komên terorîst re destînşan dikin, derdikevine holê.

Di çalakiyeke girêdayî rola hikûmeta AKP’ê di piştgiriya komên terorîst de û di serî de çeteyên DAIŞ’ê li perlemantoya Holendayê Birêveberê malpera Nordîk Monîtûr Ebdullah Bozkûrt axivî.

Ebdullah Bûzkurt diyar kir ku komên terorîst xaka Tirkiyê weke zemîneke rewa ji xwe re dibînin, ew jî ji ber hevkariya hikûmeta AKP’ê bi wan re û got:

Tirkiyê di her milî de piştgiriya komên çete û di serî de çeteyên DAIŞ’ê dike.

Erdogan çûn û hatin terorîstan hêsan kiriye.

Heta asta ku gelek terorîstên birîndar li Tirkiyê tên dermankirin.

Bûzkurt armanca piştgiriya Erdogan ji terorîstan nirxand û wiha anî ziman:

Erdogan van terorîstan mîna kaxezeke fişarê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û di riya wan re gefan li cîhanê dixwe.

Erdogan amade ye her tiştî bike ji bo di desthilatdariyê de bimîne.

ARTÊŞA NETEWÎ: TIRKIYE TERORÎSTAN JI SÛRIYÊ VEDIGUHÊZE LÎBIYAYÊ

Ji aliyê xwe ve Berdevkê artêşa netewî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî careke din destwerdanên Tirkiyê di rewşa Lîbiyayê de şermezar kir û got:

“Tirkiye çeteyên El-Nusra tevî çekên wan bi riya keştî û balafiran dişîne Lîbyayê.”

Hêjayî gotinê ku beriya niha Erdogan ji serokê Emerîkayê re Donald Tremp pêşinyar kiribû ku ji bo çeteyên li cem QSD’ê girtî ew ê di riya xwe re wan bibe herêmên di bin dagirkeriya wî de.

 

Leave a Reply

Back to top button