Li Dêra Zorê Sîxurekî dewleta Tirk hat girtin

Dewleta Tirk a dagirker li hember rojavayê Kurdistanê û bakûr û rojhilatê Sûriyê, tevî êrîşên leşkerî gelek caran bi rêya sîxuran jî êrîşan dike.
Heta niha gelek sîxurên dewleta Tirk hatine girtin û li ser gelek tiştan li xwe mikur tên.
6ê Cotmehê sîxureke MİTê bi navê Cemil Hesen El-Rehîm ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî ve hat girtin û QSD’ê mikurhatina vî sîxurî bi raya giştî re parve kir..

6ê Cotmehê sîxureke MİTê bi navê Jemil Hesen al-Rahîm ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî ve piştê demek şopandinê hat girtin.

Ev kes ji aliyê birayê xwe Saddam ve ku sîxûrê MİTê ye- hatiye sîxûrkirin.

Piştre li herêma Dêrazorê, di nav hêzên QSD de hatiye bi cihkirin û gelek plansaziyên wekî êrîşên bi mayin û suiqastê danîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD mikurhatinên vî kesê bi raya giştî re parve kir..

Cemîl Hesen di xwemukurhatinan de dibêje ku birayê wî du kes ên bi navê Ebû Mihemed û Ebû Xalid pê dane naskirin ku ew jî endamên MÎT’ê bûn.

Hesen li xwe mukur tê ku dest pê kê jê xwestine ku bi wan re bixebite û vidyoyên bendên kontrolê û erebeyên eskerî û hwd jê xwestine û wî jî 2 vîdyo ji wan re şadiye lê gotine ev ne bese û em vîdyonan ji nava navendan dixwazin. Lê dema wî gotiye ez nikarim bikevim hundir navendan, jê xwestine ku ew mayînan jêre bişînin û wî fêrî teqandina wan bikin…

Cemîl Hesen dibêje ku min gotiye ez li ku bi cih bikim, wan gotiye em ê ji te re cih û demê diyar bikin û jê xwestine ku li ber Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi cih bike, lingê xwe deyne ser mayînê û îşareta gurên poz nîşan bide û foto ji bo wan bişîne…

Cemîl Hesen tîne ziman ku dest pêkê 200 dolar dane wî û jêre gotine dema tu mayînan jî bi cih bikî, emê 500 dolarî ji te re rêbikin..

Her wiha Sîxurê girtî Cemîl Hesen qale cihên ku jê re diyar kirine da ku mayînan lê biteqînîn jî dike û dibêje:

Herêma Sûwer, Riwêşid, Izbe û Bisêra cihên ku xwestin lê teqînan çê bikim û ew kes li Tirkiyê li Edena dimîne. esas ji min xwestin ez alîkaran jî wekî şane ava bikim..

Back to top button