Li Silêmaniyê bikaranîna çekên kîmyawî hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê bi çalakiyekê êrişên dagirkeriya Tirk bi çekên kîmyewî li dijî hêzên Gerîla bi daxuyaniyekê hate şermezr kirin.

Desteya Dijî Teror û Dagirkeriyê ku ji çend rêxistinan pêk tê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Çalakvanan diyar kir in ku faşîzma Erdogan bi artêşa xwe û bi hemû hêza xwe êrişî Başûrê Kurdistanê û herêmên Gerîla dike.

Di daxuyaniyê de da zanîn ku artêşa Tirk bi êrişên xwe ên çekên kîmyewî li dijî Gerîla û Başûrê Kurdistanê hemû pîvanên exlaqî û mirovî û navneteweyî derbas kiriye.

Êrişên xwe li pêş çavê cîhan û NY ku biryara qedexekirina van çekan dane pêk tîne û bêyî ku ti helwestê nîşan bidin.

Her wiha di daxuyaniya bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişan weke nîşaneya xiyanet û erêkirinê ye dan xuyakirin.

Bang li rêxistinê mafên mirovan û civaka navneteweyî hate kirin ku pêşî li sûcên dijî mirovahiyê ên dewleta Tirk a dagirker bigre.

Back to top button