Vê êvarê Şêx Xelef El-Elî El-Deham li Dêra Zorê ji aliyê kesên ne nas ve hat kuştin..
Şêx Xelef El-Elî El-Deham îmamê mizgeftê gundê Zir ê rojhilatê Dêra Zorê ye.
Kesên nenas ku li motorsiklêtê siwar bûbûn, gule avêtin kesê navborî û ew kuştin.
Hat ragihandin ku Şêx Deham beriya niha ji hêla hikumeta Şamê ve hatibû girtin.
Bi tawana tevlêbûna li Îxwan El-Mislimîn zêdetirî 12 salan jî di girtîgehê de mabû.