Yek ji Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê Xelîl Serkanî, dibêje “Hebûna PKK’ê ji bo Kurdistanê pêwîstiyek e û şerkirina li dijî wî nerawa ye.
Pêşmergê Dêrîn Xelîl Serkanî li ser şehîdxistin û nedana cenazeyên gerîlayên şehîd anî ziman “Di warê veşartina çarenivîsa wan de PDK neheqe û divê rewşa wan eşkere bike.”
Xelîl Serkanî dibêje “PKK formek nû ye. Partiyek serdemî ye û avakerê wê xwedî fikir û raman e.”
Pêşmergeyê Dêrîn da zanîn ku PDK ji roja ewil û heta nih li gorî ajandeyên derve tevdigere û berjewendiyên xwe li ser yên netewî re dibîne.