Ferda Çetîn: Hêzên navdewletî ji ber hevakarên Tirkiyê ne bêdeng in

Rojnamevan Ferda Çetîn û Hiqûqnas Îdrîs Îso li dijî bikaranîna çekên kîmyewî a li dijî gerîla, helwest nîşan da. Her duyan destnîşan kir ku vîna gerîla teknîka artêşa dûyemîn a NATO’yê vala derxistiye, ji ber vê çekên kîmyewî bi kar tîne. 

Ji 23’yê Nîsanê ve û heta niha li ser başûrê Kurdistanê di nav herêmên Avaşîn û Metîna êrîş hene û di êrişan de çekên kîmyewî jî tên bikaranîn.

Li hember van êrişan hêzên berpirsiyar, her bêdeng in.

Rojnamevan Ferda Çetîn ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî û diyar kir ku gerîla bi berxwdana xwe teknîka dewleta Tirk vala derxist û nema dikare di bejahî de encam bigire.

Rojnamevan Ferda Çetîn bikaranîna domdar a çekên kîmyewî û bêdengiya hêzên berpirsiyar jî wiha nirxand:

“Dewleta Tirk di Sibata 2021’an de li Garê çekên kîmyewî bi kar anîn, lêzên navneteweyî, gel û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) tiştek nekir.

Ji ber vê, Erdogan cesaret girt û îro li Metîna û Avaşînê jî van çekan bi kar tîne.”

Rojnamevan Ferda Çetîn dawiya axaftina xwe, bang li gelê kurd û dostên wan kir ku bi çalakî û helwestên xwe zextê bikin da dawî li vê bêdengiya li dijî sûcên dewleta Tirk bînin.

Hiqûqnas Îsrî Îso: Divê dadgeha cezayan a navneteweyî bi erka xwe rabe

Li dijî heman sûcî, Hiqûqnas Îdrîs Îso jî bertek nîşan da û anî ziman ” Bêdengiya navneteweyî û tunebûna cezayan, rê dide dewleta Tirk ku êrişên bi çekên kîmyewî li dijî kurdan bidomîne.”

Îdîrs îso bang li Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî kir ku têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk bi erka xwe rabe.

Back to top button