AMEDEKARIYÊN MEWSIMA HILBERÎNÊ HATIN DESTPÊKIRIN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwediyên makîneyên çinînê ji bo pêşwazîkirina mewsima hilberînê ya îsal, dest bi sererastkirina wesayîtên xwe kirin.

Her sal di navîna meha Gulanê de paletiya hilberîna ceh destpê dike.

Yûsiv El-Yûsiv ê xwediyê makîneya çinînê ye destnîşan kir ku ji ber rewşa hawayê ew di sererastkirina wesayîtên xwe de dereng mane.

El-Yûsiv diyar kir ku tevahiya parçeyên guhertinê yên makîneyên çinînê li Minbicê peyda dibin û tu astengiyan nakişînin.

Komîteya Aboriyê, li gorî ruxsetên çandiniyê sotemenî li xwediyê makîneyên çinînê belav kir.

Îsal miqdara mazota pêwîst ji her makîneyek çinînê re, ji bo 10 rojan 3 hezar û 500 lître mazot hate diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button