Desteya Sotemeniyê: Heta niha 148 milyon lître mazot hatiye belavkirin

Hevserokê Desteya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Saqid El-Xelef ragihand wan heta niha nêzî 148 milyon lître mazot li şêniyên herêmê belav kiriye. 

Desteya Sotemeniyê xebatên belavkirina mazota sobeyan ji bo şêniyan kiribûn du beş.

Di her beşekê de 200 lître mazot bi 19 hezar û 700 lîreyên Sûrî tê belavkirin.

Bi wê re rêveberiyên şaxî yên li herêmê nêzî 148 milyon lître mazot li ser 672 hezar û 698 malbatî belav kirin.

Hevserokê Desteyê Saqid El-Xelef da zanîn ku belavkirina mazotê heta niha jî dewam dike.

Sadiq El-Xelef anî ziman ku kampên nebirêxistinkirî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wê parên xwe ji mazotê bibin.”

Back to top button