Awistralya: Bertekên Macron ji ber hilbijartina Fransa ye

Aloziya navbera Fransa û Awistralya ku ji ber peyaman AUKUS derketî hîna çareser nebûye.
Fransa peyman bi “xayîntî” binav kiribû û bertekên tund nîşan dabû.
Wezîrê Parastinê yê Awistralya Peter Dutton got,
Bertekên Macron, ji ber hilbijartina Serokomariya Fransa ya piştî 6 mehan ne.

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Karîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, Wezîrê Parastinê yê Awustralyayê Peter Dutton diyar kir ku duh Serokomarê Fransayê Macron û Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrison li ser telefonê axaftineke “çêker” kirin.

Dutton der barê aloziya ku ji ber peymana AUKUS a di têkiliyên navbera Kanberra û Parîsê de derketiye, got,

Hikûmeta Awistralyayê hêrsa Macron fêm kir.

Bîr bînin, li Fransa di Nîsana sala pêş de hilbijartinek heye.

Siyasetmedar û hilbijartin her tim tevliheviyek balkêş dikin.

Ez difikirim ku piştî sala bê em dikarin pêvajoya asayîkirina têkiliyan bidomînin.”

Hevkariya keştiyên binav ya teknolojiya nukleerî ya di navbera DYA-Brîtanya-Awistralya de ji aliyê Fransayê ve weke “xiyanetê” hatibû pênasekirin.

Piştî peymana AUKUS, projeya keştiyên binê avê ya di navbera Fransa û Awistralyayê de ku wê bihaya wê 90 milyar dolar be, hat betalkirin.

Fransa diyar kir ku pêvajoya AUKUS bêyî agahiya wan dewam kiriye.

Di pêwendiya telefonê ya di navbera Morrison û Macron de hat gotin,

betalkirina peymanê “têkiliya pêbaweriyê dişkîne”.

Back to top button