Fransa: Em ji şandina balefrên dewleta Tirk ji bo Ukrayna bifikarin

Niha krîza Ukrayna xwe careke din daye der.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian nerazîbûn nîşan da ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk di krîza Ukraynayê de tê bikaranîn.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsa li ser bikaranîna balafirên bêmirov ên ‘Bayraktar TB2’ ku li herêma Donbassê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve tên bikaranîn.

Le Drian got,

“Çekên giran ên ku bi peymanên Minskê hatine qedexekirin hîn zêde têne bikaranîn.

Bikaranîna balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar ku personelên artêşa Ukraynayê ragihand ku bi kar anîne, me dixe nava fikaran ku dijminatiya li rojhilatê Ukraynayê zêde bibe.

Ev yek li dijî tedbîrên xurtkirina agirbestê ye ku 27’ê Tîrmeha 2020’î ketiye meriyetê.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî 27’ê Cotmehê li Moskowayê di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan û got,

“Niha em vê agahiyên lêkolîn dikin.

Gelekî zehmet e ku bê fêhmkirin ku di daxuyaniyên dawî yên rêveberiya Kîevê de çi rast e, çi derew e.”

Ji sala 2014’an ve artêşa Ukraynayê û herêma Donbassê ya alîgirê Rûs di nava şer de ne.

Di vî şerî de zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button