HPG: Li herêma Avaşînê şerekî giran diqewime, leşkerekî dagirker hat kuştin

Berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk ya dagirker ya li başûrê Kurdistanê zêdeyî şeş meh in bê navber dewam dike.
Dewleta Tirk tevî ku çekên kîmyewî û xazên jehrî bikartîne jî lê li hemberî berxwedana gerîlayan nikare bi pêşde biçe.
HPG’ê ragihand li herêma Avaşînê di navbeyna gerîlayên azadiyê û dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime.

Dewleta Tirk ya dagirker ku ji 23’yê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh ya dagirkirinê daye destpêkirin li hember berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane derbên giran dixwe.

Artêşa Tirk ya ku nikare bi pêşde biçe li dijî gerîlayan çek û xazên jehrî bikartîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de ku li herêma Avaşînê dewam dike ev agahî parve kir,

“Artêşa Tirk ya dagirker 23’yê Cotmehê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin.

25’ê Cotmehê derengiya şevê artêşa Tirk ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombebaran kir.

27’ê Cotmehê artêşa Tirk ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombebaran kir.

28’ê Cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dan. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn 29’ê Cotmehê artêşa Tirk ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirkirinê da destpêkirin.

HPG’ê diyar kir li dijî vê operasyona dagirkirinê hêzên gerîla bi ruhê Apocî li ber xwe didin û di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran diqewime û ev şer hê jî didome.

Back to top button