Dewleta Tirk a dagirker sed sale li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikartîne

Dewleta Tirk a a dagirker kengî li dijî berxwedana gerîla têkçuye dest bi bikaranîna çekên Kîmyewî kiriye. Ji destpêka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de heta niha gelek caran li dijî gerîla çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Tevî ku sûcên şer yên dewleta Tirk hatine belgekirin jî sazî û hêzên navneteweyî ti gav neavetine.Ev bêdengî jî dihêle ku dewleta Tirk hê zêdetir êriş bike. Heta niha li herêma Avaşînê zêdeyî 30 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûne.

Dewleta Tirk a dagirker taybetî piştî şerê rizgariya netewî ya gelê Kurd ya bi pêşengiya PKK’ê ya ku 1984’an de destpêkir, asta gazên kîmyewî yên di enbarên xwe de radigirt zêdetir kir.

Gelek hêzên navdewletî jî ji bo tunekirina PKK’ê piştgirî dan dewleta Tirk û çavên xwe ji sûcên ku pêktînin re girtin.

Di belgeya 25’ê Sibata 1986’an ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya Tirk de hatibû eşkerin ku li dijî hêzên gerîla gazên jehr û çekên kîmyewî bêne bikaranîn.

Di 11’ê Gulana 1999’an de li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

Piştî şehadeta 20 gerîlayan, Fermandarê serkêşiya operasyonê dikir li xwe mikur hat ku wan li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bikar anîne.

Heta niha li herêma Avaşînê 32 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûne

Partiyên Elman PDS’ê sala 1999’an û Partiya Çep jî sala 2011’an komkujiya li Ballikayayê xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman.

Ji ber ku berpirsyariya Elmanyayê jî di vê komkujiyê de hebû.

Di Îlona 2009’an de jî li nêzî navçeya Çelê ya Colemêrgê, di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de 8 gerîla li hundirê şikeftekê hatin qetilkirin.

Heyeteke mafê mirovan a ji Elmanyayê çû herêmê, û ji bo lêkolînkirinê wêne ji pisporan re şand.

Doktoran di wêneyan de bandora madeya kîmyewî tespît kirin û di rapora xwe ya 20’ê Tîrmeha 2010’an de eşker kirin.

Disa dinavbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê jî, li Geliyê Tiyarê di şer de 36 gerîlayên HPG’ê jiber êrişên çekên kimyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn.

Lê belê tevî ewqas belge û agahiyan, li dijî Tirkiyê heta niha ji aliyê rêxistina OPCW’ê ve tu lêpirsîn nehatine meşandin.

Artêşa Tirk ya ku ji bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî cesaret digire gazên kîmyewî û çekên qedexekirî heta roja me ya îro jî li dijî gelê Kurd û hêzên gerîla bikar tîne.

Di êrişa dagirkirinê ya ku 23’ê Nîsanê de daye destpêkirin de li herêma Avaşînê heta niha zêdeyî 30 gerîla bi çekên kîmyewî û gazên jehrî şehîd bûne.

Back to top button