Bakurê Kurdistanê..Dikandarê ku got “ev der kurdistane” hat binçavkirin

Hişmendîya dewleta Tirk ya nijadperest û faşîst ya li dijî Kurdan qet naguhere.
Duh seroka Îyî Partî ya nijadperest Meral Akşener ku ew jî bi dijmintiya li dijî Kurdan tê naskirin, çû Sêrtê. Li wir dikandarê Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen jê re got, “ev der Kurdistane lê hûn Kurdan înkar dikin.”
Li ser vê gotinê polîsên Tirk Cemîl Taşkesen xistin binçavan.

Pêşîyên me vala ne gotine ”Dijminê Bav û Kalan, nabin dostê lawan”.

Ji roja ku Dewleta Tirk bû ye xwedî erd û ax, herdem Kurdên ku niştecihên resen yên vê xakêne tune dihesibîne û ji dest were dê koka Kurdan bi qelîne.

Gelê Kurd gelek şer û tekoşîn ji bo ku hebûna xwe biparêzin, dane meşandin û ev yek hîn jî dewam dike.

Lê livir de em ne behsa şerek çekdarî, ne berxwedanek, ne jî heqaretekê dikin.

Mijara me serdana seroka Îyî Partî ya nijadperest Meral Akşener ya Bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêrtê ye.

Di serdana Meral Akşener de di navbera wî û dikandarê Kurd Cemîl Taşkesen de gotubêj çêdibe.

Cemîl Taşkesen van gotinan ji Meral Akşener re dibêje;

Zimanê me tê înkar kirin !
Nasnama me tê înkar kirin !
Kurdistan tê înkar kirin !
Em hene û em li dijî vê yekê ne.
Lê binêre heval û şêwirmendên te jî Kurd in û cihê ku tu niha lê yî, Kurdistane.
Lê mixabin li meclîs Tirkîyê Kurd û Kurdistan tê înkar kirin.

Tevî ku Cemîl Taşkesen rastiyekê tîne ziman lê dewleta Tirk ya ku înkara Kurdan daniye binê zîhnîyet û siyaseta xwe weke propagandaya rêxistinê bi nav dike.

Li ser vê yekê îro di seetên sibê de polîsên Tirk bi ser mala Cemîl Taşkesen de girtin û ji ber wan axaftinên wî hat binçavkirin.

Back to top button