Lîderên welatên G20 li Romayê dicivin

Îro li asîmanên paytexta Îtalya tevgerek zêde ya balefiran hebû.
Ji bo civîna welatên G20 ku wê sibe were lidarxistin lîderên welatan berê xwe dan Roma.
Di mijarên sereke yên civînê de Avhewa, başkirina aborî û pêşketin heye.
Lîderê despêkê gihişt Roma, Serokê DYA Biden bû.
Di vê navberê de, li dijî lîderan jî li paytextê wê 3 xwepêşandan werin lidarxistin.

Ji bo civîna civîna 20 welatên cîhanê yên aboriya xwe herî baş, lîder berê xwe didin paytexta Îtalya Roma.

Civîna G20 a 16. ku wê sibe were lidarxistin.

Ev civîn piştî pandemiyê bi 2 salan, cîvîna yekemîn ya lîderên G20 ku rûbirû pêk tînin.

Tê payîn nûnerên 35 welat û saziyên navneteweyî beşdarî lûtkeya li Navenda Kongreyê ya Nuvola ya li navçeya “EUR” a paytext Romayê bibin.

Serokên hin welatan wek Rûsya, Çîn, Japonya û Meksîka îsal nayên Romayê.

Tê çaverêkirin ku lîderên van welatan bi rêya online beşdarî lûtkeyê bibin.

Serokê DYA Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden îro saetên siharê gihiştin Roma.

Biden bû yekem lîderê ku ji bo civînê gihiştî paytextê.

Di vê navberê de Biden serdana Papa kir.

Biden ti tevahiya rojê de wê hevdîtinan pêk bîne.

Rojevên sereke ya civîna ku 30-31’ê Cotmehê pêk were jî, piştî Covid-19 başkirina aborî, baçgirtina ji bo aboriya elektronîk û Efxanistan heye.

Lîder wê beşdarî 3 rûniştinan bibin

Li gor bernameya ku Serokwezîrtiya Îtalyayê parve kirî, lîder wê beşdarî 3 rûniştinên bi sernavên “Aboriya Gerdûnî û Tenduristiya Gerdûnî”, “Guherîna Avhewa û Xweza” û “Pêşveçûna Berdewam” bibin.

Asîmanên paytextê li firîna balefiran hat qedexekirin

Di vê navberê de, li paytextê tevdîrên tund yên ji bo ewlekariyê hatine girtin.

Herêmeke bi qasî 10 kîlometreyan li nêzî cihê civînê rewşa ewlekariya bilind hatiye ragihandin.

Her wiha di dema civînê de, qada hewayî ya paytexta Îtalyayê jî wek “herêma qedexeya li firînê” hat ragihandin.

Li paytext Roma 3 xwepêşandan wê werin lidarxistin

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îtalya, wê îro li paytext Romayê xwepêşandanek û sibe jî 2 xwepêşandan bên lidarxistin.

Xwendekar û aktîvîstên hawirdorê dê çalakiya îro li dar bixin.

Back to top button