Çalakiyên Mîhrîcana Werzîşê ya Yekemîn a Şehîd Baran Mawa li Hesekê bi dawî bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê piştî bajarên Dêrik û Qamişlo yê îro jî li bajarê Hesekê bi dawî bû.
Mîhrîcanê li stada Cizîrê ya Hesekê hat li darxistin.
Di mîhrîcanê de pêşangeha wêneyan hate vekirin û pêşbirka pirsên çandî hate lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger tîmên serkeftî xelat kir û mihrecan bi gerandina govendê bi dawî bû.