Sedir biryara girtina baregehên leşkerî yê koma girêdayî xwe Serya El Selma da

Serokê Tevgera Sadir Muqteda Sadir biryar da ku baregehên leşkerî yên Grûba Serayaselamî bigre.

Sedir ragihand ku hemû baregeh ji derveyî Bexda, Necef, Kerbela, Selahedîn û Samera di nava 15 rojan de wê werin girtin.

Sedir ferman da ku kesên li wan baregehan in, di nava Tevgera Sedir de dest bi kar bikin.

Serayaselam komek çekdarên ser bi Tevgera Sedir e. Sadir vê hêzê ji bo li dijî Malîkî û hêzên Şîa yên nêzî Îranê bikarbîne rêxistin kiribû.

Sedir eşkere kir ku weke pêşengîkirina rêgirtina hêzên çekdarî ev biryar daye.

Back to top button