Duran Kalkan: Civaka ku xwe li ser esasê parastina cewherî rêxistin neke wê nikaribe azad bijî

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan diyar kir ku civaka ku parastina wî ya cewherî nînbe, xwe li ser esasê parastina cewherî rêxisin neke, wê nikaribe bi awayekî azad bijî, şertê serke yê jiyana azad pêkanîna hêza xwe ya cewherî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan têkildarî girîngiya parastina cewherî ji malpera PKK onlin re nirxandinê girîng kir.

Duran Kalkan diyar kir ku civaka ku parastina wî ya cewherî nînbe, xwe li ser esasê parastina cewherî rêxisin neke wê nikaribe, bi awayekî azad bijî, şertê serke yê jiyana azad pêkanîna hêza xwe ya cewherî ye.

Kalkan li dijî polîtîkayên dagirkerên li ser Kurdistanê yên ku kurdan ji kurditiyê derxistine, wan dihelînin û xistine xizmeta xwe ev nirxandinên Rêber Apo bibîrxist û got:

“Madem pergala dagirkeran bi awayekî bi rêk û pêk, bi zor û dundiyeke berbiçav dixwazin qirkirina çandî û metîngehkirina Kurdistan bibin serî; li dijî vê divê têkoşîna kurdan jî li ser esasê perçekirin, ji holê rakirina vê polîtîkayên qirkirinê be.”

Duran Kalkan: Xebatên ku li ser esasê parastina cewherî neyê kirin dê encam negre

Duran Kalkan dazanîn ku parastina cewherî bi avakirina artêşê ve destpênake. Divê destpêkê li ser vê mijarê têgihiştinek hebe. Divê em destpêkê rastiya xwe bizanibin û li gorî rastiya dijmin tevbigerin.

Duran kalkan diberdewamiya nirxadina xwe de diyar kir ku PKK li ser vê têgihiştinê gava 15’ê tebax avît û li dijî êrişên medîngeriyê qadên azadiyê berfireh kir û her çû mezin bû û got:

“Ji bo kurd têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê bibin serî divê parastina xwe bi xwe bikin, hebûna Kurd û Kurdistanê bê parastin nabe.”

Duran Kalkan bibîrxist ku parastina cewherî ne tenê erka gerîla ye, divê di pêşengtiya gerîla de civaka kurd hemû jiyana xwe li ser esasê parastina cewherî xwe rêxistin bike, perwerde bike, her xebatên ku vê yekê esas negre wê nikaribe encam bigre.

Back to top button