Mehmet Emîn Aktar: Divê herdem li her derê bê gotin “ev der Kurdistan e”

Duh dikandarê Kurd Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji ber ji Seroka Îyî Partî ya nijadperest Meral Akşener re got “Ev der Kurdistan e” hat binçavkirin û paşê hate berdan.
Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da û got, “Divê herdem û li her derê bê gotin “Ev der Kurdistan e.”
Baroya Mêrdînê jî da zanîn Taşkesen di axaftina xwe de pirsgirêkeka Kurd pênase dike.

Duh seroka Îyî Partî ya nijadperest a Tirk Meral Akşener çibû navçeya Misirc ya bajarê Sêrtê. Dikandarê Kurd Cemîl Taşkesen jê re goti “Ev cihê hûn lê ne Kurdistan e. Lê li Meclisê Kurdistan tê înkar kirin.”

Li ser vê yekê bi îdiaya ku Cemîl Taşkesen propangandaya rêxistinê kiriye hat binçavkirin û piştî li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin haht berdan.

Li dijî vê yekê jî Kurdan û derdorên siyasî nerazîbûnên tund nîşan dan.

Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar, bertek nîşanî binçavkirina dikandar Cemîl Taşkesen da û got: “ne sûc e ku ji erdnîgariya mirov li ser dijî re bêje Kurdistan.”

Aktar, da zanîn dema kurd behsa zimanê xwe û erdnîgariya ku li ser dijîn dikin, dewlet wekî ku tê perçekirin, bertek nîşan dide û got,

“Ger em gotina Kurdistanê her tim û li her derê bînin ziman wê demê siyaseta dewletê jî bêencam bimîne. Divê êdî kurd zêdetir bertekên wisa nîşan bidin. ”

Baroya Mêrdînê: Taşkesen bi gotina “ev der Kurdistan e” pirsgiirêka Kurd pênase dike

Desteya Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û xwest lêpirsîna ji ber gotina ‘Ev der Kurdistan e’ ya derheqê Cemîl Taşkesen hatiye destpêkirin bi dawî bibe.

Baroyê da zanîn ku naveroka axaftina Taşkesen vegotina rabûrdiyeke dîrokî ye û rexneyeke li polîtîkaya dewletê ya pirsgirêka Kurd e.

Baroyê da zanîn Taşkesen di axaftina xwe de pirsgirêkekî pênase dike û dikeve ber azadiya fikir û ramanê.

Back to top button