KARASÛ: 1’Ê GULANÊ JI BO MIROVAHIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû cejna Karker û Kedkara pîroz kir û weke roja ku tevahiya mirovahî bi hevre pîroz dike bi nav kir. Karasû diyar kir ku di 1’ê Gulanê de pêwîste têkoşîna li dijî tecrîdê bê xurtkirin û bang li gelê Kurd kir ku li her devera lêne dakevin qadan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ji ajansa Fratê re nirxand.

Mûstafa Karasû 1’ê Gulanê weke rojeke girîng ji bo mirovahiyê bi nav kir û hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi bîr anî û got;

“Ev roj yekane roja ku niha li tevahiya dinyayê ji aliyê mirovahiyê ve bi rengekî hevpar tê pîrozkirin. 1’ê Gulanê karker, kedkar ji bo dinyayeke azad têdikoşin. Di 1’ê Gulanê de kedkar ji xwe bawer dikin, yekîtiya xwe dibînin, hêza yekbûnê dibînin û bi vî rengî baweriya xwe ya bi paşerojeke azad zêdetir dikin.”

Karasû bal kişand ser girîngiya 1’ê Gulanê ji bo Kurdistanê jî û wiha domand:

” Em 1’ê Gulanê weke roja yekîtî û piştevaniya gelê Kurd ku gelekî kedkar e dibînin. Rola PKK’ê gelekî girîng e ku 1’ê Gulanê bi xurtî gihîştiye vê serdemê. PKK îro nûnerê sosyalîzmê ye û bi vî rengî 1’ê Gulanê pîroz dike. ”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku 1’ê Gulanê êdî ji her demê bêhtir ji bo gelan, ji bo mirovahiyê, ji bo me pêwîstiyek e.

1’Ê GULANÊ CEJNA KARKER Û KEDKARAN
KARASÛ: ÇAWE DI 31’Ê ADARÊ DE WE FAŞÎZIM TÊK BIR 1’Ê GULANÊ JÎ WEHA BIKIN

Karasû destnîşan kir, li Kurdistan û Tirkiyê niha faşîzm heye û ev tişt anî ziman:

” Çawa ku di hibijartinên 31’ê Adarê de hêzên demokrasiyê hemû li hev civiyan û kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe, 1’ê Gulanê jî divê bibe ew roj ku dijberên AKP-MHP’ê û hêzên antî-faşîst ên li dijî faşîstan têdikoşin li hev bicivin. 1’ê Gulana îsal xwedî berpirsyariyeke wiha ya dîrokî ye. Divê kes xwe ji vê venegire. ”

1’Ê GULANÊ CEJNA KARKER Û KEDKARAN
KARASÛ: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ XURTIR BIKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû nirxandinên xwe bi vê bangê bi dawî kir:

“Gelê Kurd li her devera lê ye divê di asta herî xurt de tevlî 1’ê Gulanê bibe.

Di 1’ê Gulanê de pêwîste têkoşîna li dijî tecrîdê bê xurtkirin.

Divê têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyê re bimeşîne.”

Leave a Reply

Back to top button