Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 403 kesên din bi Corona ketin û 31 jî mirin

Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser ragihand ji ber vîrûsa koronayê 31 kesan jiyan xwe ji dest dan û 403 kesên din nexweş ketine.

Desteya Tenduristiyê der barê rewşa vîrûsa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da.

Hat diyar kirin li herêmê ji ber koronayê 31 kes jiyana xwe ji dest dan.

Her wih 403 kes bi vîrûsê ketine ji wan 237 mêr in û 166 jin in.

Hate diyarkirin ku ji vîrûsa koronayê 14 kes baş bûne.

Li gorî Desteyê ragihand li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin gihişt 35 hezar û 143 kes.

Her wiha hezar û 324 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar 426 kes jî baş bûne.

Back to top button