Salîha Aydenîz: Bi berxwedana Kobanê re ‘xeyalên osmaniyan’ têk çû

Di çarçoveya pêngava, “Dem Dema Azadiyê ye” de, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partîya Heremên Demokratîk (DBP) li navçeya Pirsus a Rihayê cara duyemîn bi gel re civîyan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku di bingeha pirsgirêkan de pirsgirêka Kurdan heye.

Xebatên pêngava Dem Dema Azadîyê ye, li welat û derveyî welat dewam dikin.

Îro jî, di çarçoveya pêngavê de Kongreya Civaka Demokratîk û Partîya Heremên Demokratîk li navçeya Pirsus a Rihayê cara duyemîn bi gel re civîyan.

Di civînê de Parlementerên HDP’ê, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz,dayîkên aştîyê û gelek kesên din amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz nirxandinkir.

Salihe Aydenîz anî ziman ku ew li Kurdistanê ne û wê bi zamanî Kurdi bi axive û balkişande ser biyaryarên Lijneya Ewlekariyê ya Milî (MGK) û got;

Saliha Aydenîz balkişande ser tecrîda li ser Rêber Apo ya ku li tevahiya civakê belav bûye û wiha domand;

“Sedema krîza aborî, israra di polîtîkaya şer de ye. Lê heke birêz Ocalan biaxive, ev krîz dê bi dawî bibe. Ger tecrîd giran bibe, şer jî dê gurtir bibe. Ji vê jî ne tenê Kurd, hemû gel dê jê bandor bibin. Sekna li dijî şer peywira her kesî ye.”

Hevseroka DBP’ê têkildarî zextên li ser girtiyan jî diyarkir ku êşkence li girtiyan tê kirin, lê ew çidikin bila bikin wê nekarin têkoşîna li zindana têk bibin.

Saliha Aydenîz destnîşan kir ku li ser jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin lê di her qadê de jin dê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bidin.

Saliha Aydenîz li ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re jî wiha anî ziman;

“Dayîkên Kurd ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe, 26 roj in li Deriyê Semelkayê çalakiyê dikin.

Divê PDK cenazeyên zarokên wan radestî wan bike. Ya ku PDK dike, Tirkiye jî dike.

Divê rojek beriya rojekî ev şerê qirêj bi dawî bibe. Heke PDK wiha dewam bike, dê li her çar parçeyan jî rastî bertekên gel bê. Hewceye di vê pêvajoya dîrokî de em rêya sêyemîn ava bikin.”

Back to top button