Sara Qewas: Divê rêxistinên mafê mirovan li dijî êrişan erka xwe pêk bînin

Di 20 û 23’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov Kobanî bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn…Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas têkildarî êrîşê got; “Dewleta tirk sucên şer dike û hesab jê nayê xwestin..Divê cîhan li dijî êrişan bêdeng nemîne.”

Dewleta tirk di 20`ê Cotmehê de pêşiya meclîsa Edaleta Civakî ya li taxa Kobaniya Nû bi balefireke bê mirov (SIHA) bombebaran kir.

Di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da û yek jê 3 kes birîndar bûn.

23`ê Cotmehê de jî li ser riya Kobanê-Heleb êrîşeke din pêk anî ku di encamê de sê şervanên QSD`ê şehîd bûn.

Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Firatê Sara Qewas êrîş şermezarkir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Sara Qewas diyar kir ku divê li hemberî kirinên dewleta Tirk dike hesap pirsinek xurt bê çêkirin.Hevseroka Komeleya Mafên Mirovna Sara Qewas di dawiyê de bêdengiya hêzên garantor û NATO jî şermezarkir.

Back to top button