Medîhe Elî Kose: Bi destê jinan çand tê parastin

Medîhe Elî Kose ya ji gundê Ehrezê bi hunera destan him debara xwe malbata xwe dike û him jî çanda xwe diparêze…Ka em bala xwe bidin hûnera Medîhe Kose.

Karê destan çandeke pir kevnar e.

Afrineriya wê jî bi destê jinê dihate çêkirin.

Tevahî karê destan bi derketina kargehan re roj bi roj kêm bû.

Lê heya niha ev çand tê meşandin.

Yek ji wan jinên xwedî li vê çandê derdikeve jî Medîhe Elî Kose ya 65 salî ji gundê Ehresê yê girêdayî herêma Şehba ye û neha li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dimîne.

Medîhe 25 salin karê destan dike û xemla mala xwe bi destê xwe çêdike.

Medîhe di destpêka axaftina xwe de behsa tiştên ku çêdike û çawa fêrî karê destan bû ye kir.

Dayê Medîhe diyar kir ku jinên demên borî pir efrîner bûn û gelek tişt dizanîn.Medîhe di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwîst dike ku jin xwe fêrî her karî bike û bi destê xwe jiyana xwe bidomîne:

Back to top button