Li seranserê Herêma Başûrê Kurdistanê xwendevan li qadanin

Xwedevanên Dibistana Amadeyî xilas kirine, dijî encamên zanîngehê, li Silêmanî, Hewlêr, Koye, Qeladiz û Germiyan carek din daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.

Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin.

Xwendevan ji encaman nerazîne û 4 rojin li kolananin.

Xwendevan îro li ber deriyê rojava yê rêveberiya Perwerdeyê ya li Silêmaniyê kombûn û heya ber derê avahiya Zanîngeha Nû ya Qalîsan meşiyan.

Xwendevanan rê li trafîkê girtin û xwestin aliyên peywendîdar pirsgirêka wan çareser bike.

Xwendevanan di çalakiyên xwe de gotin, ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin û xwestin pirsgirêk were çareser kirin.

Li Qeladizê jî xwendevan li nav Baxê Giştî kom bûn û rêya sereke ya Qeladizê li trafîkê girtin.

Back to top button