Şam nerazîbûn nîşanî biryara Tirkiyê ya dirêjkirina destûrameya şer da

Hikumeta Şamê biryara parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina destûrnameya şer a şandina hêzên leşkerî ji bo Sûriyê û Iraqê şermezar kir.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyekî di Wezareta Karê Derve ya hikumeta Şamê de, diyar kir ku hikûmeta Şamê destûra 2 salan a şandina leşkerên Tirkî ji bo Sûrî û Iraqê şermezar kiriye.

Ajansê axaftina rayedarê hikumeta Şamê ku navê wî eşkere nekir wiha bi parvekir: “Siyaseta Erdogan êdî rasterast gefê li ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê dixwe, ji ber ku binpêkirinên xwe yên leşkerî li ser xaka Sûriyê didomîne.

Bi vê yekê biryarên Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Sûriyê bin pê dike.”

Hat ragihandin ku vî rayedarê hikûmetê diyar kiriye ku li hemberî kirinên rejîma Tirkiyê êdî sebra wan nemaye û bang li civaka navneteweyî kir ku rejîma Tirk ji ber êriş û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê darizînin.

Back to top button