LI JAPONYA ZIMANÊ KURDÎ HAT DAYÎN XEWA DEWLETA TIRK A DAGIRKER XERABÛ

Ger konek kurdan li Afrîqa jî were danîn em qebûl nakin.
Belê ev gotina Serokê dewleta tirk dagirkere ku hêrsa wan a li dijî gelê kurd nîşan dide.
Belê mirov dikare bêje hema weke vê jî lê hat.
Li paytexta Japonya Tokyo ji 1’ê Nîsanê ve li zanîngehê dest bi dayîna zimanê kurdî hatibû kirin.
Ev yek bû sedema ku xewa dewleta tirk xera bibe.
Rêveberên zanîngehê jî li hemberî vê helwesta tirkiyê şaş man.

Kurd kurde, li kurdê dibe jî ferq nake.

Deskeftiyên kurdan û hebûna wan bûye kabosên dewleta tirk a dagirker.

Hebûna kurdekê û serkeftina wê li ser an jî binê cîhanê be dibe cihê hêrsa dewleta tirk a dagirker.

Rastiya vê gotinê di demên dawiyê de pir zelalî diyar dibû.

Ji Efrînê heta referandoma li başûrê kurdistanê û hata mijara Kerkûkê.

Li paytexta Japonya Tokyo Zanîngeha Lêkolînin Biyanî ji 1’ê Nîsanê ve dest bi dayîna zimanê kurdî kir.

Rêveberê Fêrkirinê li Zanîngeha Lêkolînin Biyanî Vakkas Çolak ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û derbarê helwesta tirkiyê de agahî da.

Vakkas Çolak diyar kir ku Wezareta Karê derve ya tirkiyê ji bo rawestandina dersa zimanê kurdî ketiye nava hewildanan.

Çolak dersa kurdî weke derseg girîng binav kir û got:

Wê hewildanên tirkiye nekare vê xebatê asteng bike.

Rêveberiya zanîngehê hemû li ser dayîna dersê piştevaniyek xurt ji bo me dikin.

Planên me yên hin berfireh hene û dersên me wê hîndirêjtir bibin.

Ji yekê 1’ê Nîsanê ve nêzî 40 xwendevan dersa zimanê kurdî dibînin.

Ders ji aliyê Vakka Çolak ve heftane 4 saetan dê dayîn.

Herî zêde ji bo fêrbûna zimanê kurdî jî xwendevanên ji Çîn û Taylanê hene.

Herî dawî bi alikariya Komela Hevaltiya Kurdistan û Japonyay ê ferhenga Japonî û Kurdî derketibû.

Leave a Reply

Back to top button