Li Kobanê 2 kesên bertîlxwer hatin girtin

Berî niha li dijî dizî, gendelî û sextekariyê, li herêmê pêngavek hatibû destpêkirin.. Pêngav bi encam dibe û kesên bi van kirinan radibin jî tên girtin. Herî dawî li Kobanê 2 kesên sextekarî dikirin û gelek pere dizîne, hatin girtin.

Ji bo ku diz û kesên xerab ên saziyên Rêveberiya Xweser de werin naskirin û hesab ji wan were xwestin, li herêmê pêngava têkoşîna li dijî gendeliyê, hatibû destpêkirin.

Ev pênav li seranserî herêmê dewam dike û heta niha gelek sûcdar hatine girtin û dadgehkirin.

Herî dawî li Kobanê komeke din ku di nava saziyên QSD’ê de gendelî dikir û gelek pere dizîne, hat girtin.

Ev kom ji du kesan pêk tê û li kirinên xwe mukur hatin.

Ji ber dizî, sextekariya belgeyan û belavkirina bertîlê, her du kes piştî lêpirsînan ji dadgehê re hatin şandin.

Dadgehê tevî cezayê pereyan, 5 sal ceza li yekî û 10 sal li yê din birî.

Back to top button