Balafirên Îsraîlî û Amerîkî li nêzî beravên Îranê digerin

Dema dawî, Serokên 4 welatên sereke yên rojava metirsiya xwe ji pêşketina uranyuma Îranê re anîn ziman û ji serokê Îranê xwestin ku vegere lihevkirina Nuklerî ya 2015’an.

Têkildarî vê mijarê gelek bertekên tune ketin navbera Amerîka û Îranê de û herî dawî jî balafirên şer yên Îsraîl û Amarîkayê li nêzî Îranê digerin.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett Meha borî li pêşiya Komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotibû ku ew rê nadin Îran bibe xwedî çeka nuklerî.

Li ser vê yekê Hêza hewayî ya Îsraîlê dest bi plansaziyê kiribû ku di mehên pêş de êrîşek li dijî navendên nukleerî yên Îranê pêk bîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî jî cezayên nû li ser Îranê spand da ku dev ji çeka Nuklerî berde.

Îranê jî li Viyana Nemsayê diyar kir ku ew ê bi Fransa, Almanya, Brîtanya û Rûsya re bicive û civîna bi Amerîkayê re dor xist.

Herî dawî Artêşa Îsraîlî hin dîmenên balafirên Îsraîlî û Amerîkî li nêzî beravên Îranê parvekir û got ku ev balafir wê ji bo êrişî navendên nukleerî yên Îranê de pêwîst be.

Back to top button