REWŞA TENDURISTIYÊ YA CEMAL KOBANÊ GIRAN E

Navnîşaneyeke din a greva birçîbûnê li Ewropayê ye.
Îdî rewşa çalakgerên di grevê de kirîtîk bûye.
Herî dawî jî Cemal Kobanê rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê giran e.
Li kêleka rewşa Cemal, ya Yûsiv Îba jî giran bûye.
Lê tevî vê yekê jî gelek caran dan xuyakirin ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

Li dervî welat jî grve dewam dike , êdî çalakgerên di greva birçîbûnê de ne di qonaxeke kirîtk de derbas dibin.

Berxwedana 14 Çalakgerên li Strasbourgê ya Fransa û Îmam Şîş a li Galer a Bêrîtanya di roja 134’an de ye.

Cemal Kobanê li paytexta Almanyayê 91 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Cemal danê nîvro bêhn lê çikiya û spazma dil li wî rû da.

Ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê ambûlans û doktorên beşa lezgîn hatin lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê û mudaxleya destpêkê li Kobanê kirin.

Doktoran maskeya oksîjenê dan ser rûyê Kobanê û dîtin ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e, lewma biryar dan wî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya Kobanê hîn jî giran e.

Çalakgerên din jî Omer Bagdûr 91,

Mele Mûstafa Tûzak 107,

Şiyar Xelîl jî 94 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Rewşa tenduristiyê ya her çar aktîvîstan giran e, lê tevî vê yekê jî gelek caran dan xuyakirin ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
JI BO BALKIŞANDINA LI SER REWŞA YÛSIV ÎBA ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

Berxwedana Yûsiv Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê 108’an roj li pey xwe hişt.

Li gel çalakgerên din rewşa Îba jî di van rojên dawî de kirîtîk bûye.

Ji bo xwedîderketina li çalakiya Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiyek hat lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button