Civîna G20..Beşdaran li ser peymana Aboriya Gerdûnî û zêdekirina derziyên Corona li hev kirin

Li paytexta Îtalya, Roma, lûtkeya G20 bi beşdariya lîderên 20 welatên cîhanê di roja 2 de ye. Duh roja yekem a lûtkeyê bû û tê de aliyên beşdar li ser peymana mûçeyên Aboriya Gerdûnî li hevkirin û soza belavkirina zêdetir a derziyên coronayê dan.

Ji ber vîrûsa Corona, du sal bûn, Lûtkeya G20 pêk nedihat..

Duh piştî du salan li paytexta Îtalya Roma lûtke ku lîderên 20 welatên cîhanê yên aboriya xwe herî baş tê de cih digrin; dest pê kir.

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi Marîo Dragî , ku welatê wî îsal seroktiya kombûnên G20 dike, yek bi yek beşdarvanên civînê pêşwazî kir.

Piştî pêşwazîkirinê bi hev re, beşdaran wêne kişandin.

Di roja yekem de rûniştin bi sernavê “Aboriya Gerdûnî û Tenduristiya Gerdûnî” pêk hat.

Tê de mijarên di pêvajoya coronayê de rewşa aborî, pêngava xwederzîkirin û asta gîhandina derziyên coronayê ji bo cîhanê hatin nîqaşkirin.

Di rojeva Serokê Rûsya Vladimîr Putîn de ku bi rêya online beşdarî civînê bû, bawernameya derziya coronayê hebû.

Putîn ji lîderan xwest ku bawernameyên derziyên hev yên coronayê nas bikin.

Piştî nîqaşên berfireh, lîderên G20 Peymana ku Rêxistina Rabûn û Hevkariya Aboriyê(OECD) ji bo kêmkirina mûçeyên şîrketên pirnetew amade kiribû, îmze kirin.

Her wiha tê de soza belavkirina zêdetir a derziyên coronayê hat dayîn.

Welatên ku ev peyman îmze kirine wê ji bo Abaoriya Gerdûnî herî kêm ji sedî 15 mûçe bidin.

Hawirdorparêz ji bo rewşa awhevayê daketin qadan

Mijara avhewayê jî di civîne de wê bibe rojev..

Ji ber wê hemwextî vê civînê, li derve, çalakgerên hawirdorparêz, ku 3 roj in li qadan bûn, çalakiyên xwe dewam dikin..

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, partiyên siyasî, tevgerên antîfaşîst jî di nav de bi deh hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Gelê Kurd û dostên wan jî tevlî çalakiyê bûn û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kirin.

Back to top button