Serokê Amerîkayê joe Biden û Erdogan civiyan

Îro li paytexta Îtalyayê Romayê, di çarçoveya civîna G-20’an de serokê Amerîka Joe Biden û şefê rêjîma Tirk Erdogan kom bûn.
Qesra Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku Biden di civînê de ji Erdogan daxwaz kiriye ku rêzê nîşanî mafê mirovan û demokrasiyê bide.
Serokê Amerîkayê her wiha careke din fikarin xwe ên ji ber kirîna moşekên S-400 bi aliyê Tirk re parve kiriye.

Serok-komarê Tirk Erdogan gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî Bakur û Roijhilatê Sûrî xwar û ji bo pêkanînê li benda erêkirina hêzên cîhanî, bi taybet Amerîka û Rûsyayê ye.

Ji bo wê Erdogan, vê civînê weke fersend dibîne.

Îro di çarçoveya xebatên civînê de serokê Amerîka Biden û Erdogan kom bûn.

Civîna herdû aliyan bi tevlîbûna wezîrên karê derve pêk hat.

Her çendî hevdîtin li gorî 20 deqeyan hatibû plankirin jî lê bi qasî saetekê dewam kir.

Têkildarî mijarê Qesra Spî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

Ji bo nakokiyên di navbera herdû aliyan de werin çareserkirin, îşaret bi girîngiya pêwendiyên erênî hate kirin.

Mijarên hevîdtinê, pêvajoya siyasî ya li Sûrî, hilbijartinên Lîbya, rewşa Derya Spî û Başûrê Kafkasyayê bûn.

Serokê Amerîkayê fikarên welatê xwe ên ji ber kirîna moşkên S-400 careke din bi aliyê Tirk re parve kir.

Her wiha ji serokê Tirkiyê Erdogan xwest ku rêzê nîşanî mafê mirovan û saziyên demokratîk bide.

Aliyê Tirk jî îdîa kirin ku hevdîtina Erdogan û Biden di nava atmosferek erênî de birêve
çûye.

Beriya civînê bi rojekê rayedarên Amerîkayê eşkere kiribûn ku Biden di mijara biryarên Tirkiyê yên yek-alî wê Erdogan hişyar bike.

Tevî vê yekê jî ji daxuyaniya herdû aliyan de behsa gefa Tirkiyê ya êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nehat kirin.

Back to top button