OCALAN JI NESRÎN AKGUL A KU DIKEVE ROJIYA MIRINÊ RE NAME ŞANDIBÛ

Belê Girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne, biryar dan ku çalakiya xwe astek din mezintir bikin lewma ew ê dest bi “Rojiya mirinê” bikin.
HDP’ê têkildarî biryara girtiyan bang li her kesî kir û got :
Niha dem dema em ruh bidine jiyanê ye.”
Her wiha gelek aliyên din ev biryar nirxandin û banga gavavêtinê bi awayekî lezgîn li hukmetê kirin.

Ji 7 hezar girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan bi rojane di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, 15 girtiyan îro ragihandin ku sibe wê dest bi “Rojiya mirinê” bikin.

Yek ji van girtiyan a dê dest bi rojiya mirinê bike jî Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ye.

Nesrîn Akgul a ku 105 roj in di grevê de ye dema li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê dihat ragirtin ji Rêber Ocalan re name nivîsandibû.

Wê demê Rêber Ocalan jî bi nameyekê bersiva Akgul dabû.

Ocalan di nameya ji Akgul re şandibû de wiha gotibû:

“Hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê dê me hemûyan bi fîzîkî jî nêzî hev bike.”

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
HDP’Ê JI BO ROJIYA MIRINÊ BANG LI HEMÛ ALIYAN KIR: ME BI TENÊ NEHÊLIN

Li ser vê biryarê bertek û nirxandin derketin.

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî rojiya mirinê ya dê sibê dest pê bike li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Oluç di civînê de têkidlarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê got:

“Em bang li hemû însanên xwedî wîjdan, rêxistinên civakî yên sivîl, însanên demokrat dikin; me bi tenê nehêlin.

Niha dem dema em ruh bidine jiyanê ye.”

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
OHD: DIVÊ HIKUMET DEMILDEST GAVAN BAVÊJE

Her wiha Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD Ayşe Acî nî klî jî, biryara girtiyan a “Rojiya mirinê” nirxandin.

Ayşe Acînîklî nirxand got:

“Di mijara rojiya mirinê de vîna girtiyan heye.

Em nikarin mudaxileyê vê rewşê bikin.

Di vê mijarê de tekane çareserî gav avêtina desthilatdariyê ye.

Leave a Reply

Back to top button