Li Hesekê 265 şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê 265 şehîdên ku di meha Îlon û Cotmehê de şehîd bûne bi merasîmekê bibîranîn.
Di merasîmê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo diyar kir ku hêzên wan dê li hember êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin.

Bi sedan şêniyên Hesekê, malbatên şehîdan û fermandarên QSD’ê tevlî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed Esed axivî û bal kişand ser fedakariya şehîdên ku di parastina axa xwe de şehîd bûne.

Esed got:

“Bêyî van şehîdan me îro nedikarî li ser axa xwe bimînin û projeya xwe ya demokratîk ava bikin.”

Her wiha Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî axivî û got:

“Tiştên me yên bingehîn şehîd û rêberê me ye û em hêza xwe ji şehîdan digrin .”

Selmo di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li malên wan, kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên 265 şehîdan hate xwendin û sînevîzyoneke têkildarî şehîdan hate pêşkêşkirin.

Back to top button