Li Başûr çalakiyên xwendevanan didomin

Gendelî û binpêkirinên PDK’ê li dijî welatiyan, roj bi roj zêde dibin..
Ji bilî girtina çalakvan, rojnamevan û siyasetmedaran; PDK’ê berê xwe daye xwendevan û mamosteyan..
Ev çend roj in, xwendekarên dibistanan li gelek deveran, li dijî encamên ezmûnan nerazîbûnan nîşan didin..
Îro jî, li Hewlêr û Silêmaniyê xwendekar li kolanan bûn û bertek nîşan dan..
Mamosteyên bipeyman ên li Silêmanî û Duhokê jî banga derkirina biryara erkdarkirinê li PDK’ê kir.

Gendelî û binpêkirinên PDK’ê yên li dijî sivîlan, her ku diçe zêde dibin..

Xwendevanên dibistanên amadeyî, piştî ku ezmûnên xwe qedandin, encamên wan li ser înternetê hatin belavkirin..

Xwendekar, ev roja pêncan e, li dijî encamên ezmûnan li kolanan in û nerazîbûnan nîşan didin..

Îro jî, li bajarê Silîmaniyê xwendevan kom bûn..

Xwendevan dibêjin ew ê xwepêşandanan bidomînin heya ku pirsgirêka wan were çareserkirin..

Li navçeya Çomanê ya girêdayî Hewlêrê jî, xwendevanên dibistana amadeyî kom bûn..

Di dema çalakiyê de, hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl û leşkerî xwendevan dorpêç kirin..

Xwendevanan got:

“Em bangê li Wezareta Perserdeyê dikin ku daxwaziyên me bi cih bîne.”

Li gor agahiyan, xwendevanên ku di ezmûnan de 95 pile wergirtine jî ti beş li zanîngeh û peymangehan ji wan re derneketiye.

Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Xwendina Bilind û Komîsyona Perwerdeyê îro li Parlamena Başûrê Kurdistanê civiyan..

Piştî civînê, Wezîrê Xwendina Bilind Aram Mihemed daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Em ê pirsgirêka xwendevanên amadeyî çareser bikin.

Em bixwe rê nadin ku mafê xwendevanan were xwarin.”

Li aliyekî din, nerazîbûna mamosteyên bipeyman dewam dike..

Îro li Silêmanî, Kelar, Qeladiz û Seyîdsadiqê mamoste derketin xwepêşandanê û daxuyanî dan..

Mamosteyan di daxuyaniyê de got:

“Diviya mamosteyên bipeyman, sala 2013’an, bihatana erkdarkirin.

Hikûmet ji hingê ve sozan dide, lê heya niha tiştek pêk nehatiye.

Divê aliyên peywendîdar careke din mijara me di ber çavan re derbas bikin û çareyekê bibînin.”

Mamosteyan da zanîn ku heya daxwaziya wan pêk neyê, ew ê çalakiyan bidomînin..

Li Duhokê jî, bi heman mebestê mamosteyan çalakî kir û banga mafê xwe kir..

Mamosteyan got ew ê çalakiyan bidomînin heya ku mafên xwe bi dest bixin..

Back to top button