Li Tebqa, Şehba û Çil-Axa gef û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li dijî êrîş û gefxwarinên dewleta Tirk li ser herêmê gel bi hêrs e û rojane li qadan e.
Li Tebqayê çalakî, li Şehbayê li navçeya Fafînê daxuyanî û li çil axa jî meş hatin li darxistin û dagirkerî û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Jinên Tebqayê îro daketin qadan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdarbûna bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî li Taxa Duyemîn a bajêr hat organîzekirin.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Neîma El-Eswed axivî, gefên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Em teslîmkarî û hebûna vê dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin. ”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer jî axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên li dijî herêmê bê deng nemînin.

Her wiha ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide jiyana hevbeş têk bibe û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.

Meclisa Navçeya Fafînê jî bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kirin..

Di daxuyaniyê de planên serokê rêjima Tirk Erdogan ku hewl dide xeyalên Osmanî li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bîne hatin ziman..

Meclisê di daxuyaniya xwe de got:

Dewleta Tirk dixwaze nasname û çanda gelan qir bike ku li ser bingeha biratiya gelan ava bûye. Vê yekê bi bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî pêk tîne.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî gefên li dijî herêmê û sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Em bi dengekî bilind dibêjin, em ê li hember her kesê hewl dide xaka me dagir bike, bisekinin û xaka xwe biparêzin û herêmên dagirkirî jî rizgar bikin.”

Li navçeya Çil-axa jî Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û xwendekaran meşek li dar xistin û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin..

Meşê li pêşiya navenda perwerdehiyê ya navçeyê dest pê kir, li nava kolanan dewam kir û paşê veguherî mêtîngê..

Piştî deqeyekê rêzgirtin, ji rêveberên Yekîtiya xwendekaran Hogir Elî axivî û got:

Dewleta Tirk dixwaze êrişên zêdetir li ser herêmê pêk bîne û dagirkeriya xwe firehtir bike û ev yek jî bi bêdengiya navdewletî pêk tê..

Elî bang li hemû ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hember van êrişan bibin bersiv..

Back to top button