160 xwendekarên zanîngeha Rojava derçûn

Îro li bajarê Qamişlo derçûna 160 xwendekarên Zanîngeha Rojava ên sala 2018 û heta 2021’an bi silogana derçûyên zanîngehê pêşeroja civakê ne, pêk hat..

Îro li bajarê Qamişlo derçûna 160 xwendekarên Zanîngeha Rojava ên sala 2018 û heta 2021’an bi silogana derçûyên zanîngerhê pêşeroja civakê ne pêk hat..

Derçûna xwendekaran li stada Klasîko ya rojavayê bajarê Qamişlo bi merasîmekê pêk hat…

Di merasîmê de, ji rêveberên Rêveberiya xweser, rêveber û mamosteyên zanîngehê û malbatên xwendekaran amade bûn..

Piştî deqeyekê rêzgirtin li ser rihê şehîdên ku bi saya wan îro van xwendekaran li rojava xwendina xwe bi dawî kirin, bi xêrhatina mêvanan hat kirin û axaftin hatin kirin.

Kesên axivî, ev gava yekemîn wekî berhemên keda bi salan bi nav kirin û li hemû malbatên şehîdan û li xelkê rojava pîroz kirin..

Piştî axaftinan, derçûna li xwendekaran hat pîrozkirin…

Piştî merasîmê şahiyek hat lidarxistin.

Back to top button