Tariq Cewher: Mayîna hêzên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve dirêjkirina destûrnameya şer binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Ji bo dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê li Sûriye û Iraqê bidomîne, di 26’ê Cotmehê de dewleta dagirker destûrnameya şer ji bo 2 salan dirêj kir.

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher li ser mijarê ji Ajansa Bexdad El-yum re axivî û got:

“Pêwîste Parlamentoya Iraqê biryarekê ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê bide û weke hêzek biyanî û dagirker pênase bike.

Divê ew danûstandinên li gel Tirkiyeyê tên kirin, bi riya hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê were kirin.

Ji ber ku ev mijar peywendî bi serweriya Iraqê ve heye.”

 

Back to top button