BERXWEDANA YAGIZ, FEDÎLE TOK Û HERÊM MEHMÛD BI BIRYAR DIDOME

Berxwedana li dijî tecrîdê a li başûrê Kurdistanê jî bi biryar li dar e.
Tevî grevên bê dorvger, grevên dorveger jî ji aliyê komên nû ve dewam dike
Gerîlayên Kurdistanê ji bo berxwedêrên di grevê de nameyek şandin û berxwedana wan pîroz kirin.
Şandeyek ji Rojhilatê Kurdistanê bi nûnertiya KJAR û KODAR’ê jî serdana çalakger Herêm Mehmûd kir.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatî destpêkirin di roja 160’an de ye.

Îro çalakiya dorveger ji aliyê koma 80’an ku hemu ji endamên Tevgera Azadî pêk tê ve hate dewir girin.

Her wiha çalakiya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz jî di hema rojê de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî di roja 137’an de ye.

Ev grev jî ji aliyê koma 69’an ve didome.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd bi heman biryardariyê di roja xwe ya 65’an de ye.

ŞANDEYEK BI NÛNERTIYA KJAR Û KODAR’Ê SERDANA HERÊM MEHMÛD KIR

Ji bo piştgiriyê şandek Rojhilatê Kurdistanê bi nûnertiya KJAR û KODAR’ê serdana Endezyar Herêm Mehmud kir.

Piştî serdanê li ser navê şandê Ronahî Sine daxuyaniyek çapemeniyê da û got;

“Di şexsê jina berxwedêr Leyla Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin.

Emê heta dawî li ser rêya şehîdan bin û çalakiyên greva birçîbûnê pîroz dibînin.

Em bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî dikin ku piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bikin û bêdeng nemînin.”

Greva birçîbûnê ya li Wargah Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ku 16’ê Kanûnê bi heman armancê destpêkiribû kete roja xwe ya 135’an.

Berxwedaniya bê dorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî kete roja xwe ya 100’î.

GERÎLA: EM NÊZÎ SERKEFTINÊ NE Û SERKEFTIN YA ME YE

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê nameyek ji berxwedêrên navborî re rêkirin.

Gerîlayan destpêkê silav li berxwedêran kirin û berxwedana wan pîroz kirin û gotin:

Dixwazin dilê milyonan kes di zindandekê de tecrîd bikin.

Lê nizanin niha di dilê milyonan azadîxwazan de, fikrê Rêber Apo û jiyana Apo lêdide û her zindî dibe.

Em bang li xelkê Başûrê Kurdistanê dikin bêdengiyê bişkênin û xwedî li rêber û welatê xwe derkevin.

Em ji hemû demî zêdetir nêzî serkeftinê ne û serkeftin ya meye.”

Leave a Reply

Back to top button