Artêşa dagirker gûndê Eyn Îsa û Til Rifetê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir.

Artêşa dagirker beriya çend deqeyan gundê Hiwêce yê rojhilata navçeya Eyn Îsayê topbaran dikir.

Heta amadekariya vê nûçeyê jî topbarana li ser herêmê berdewam e.

Hate ragihandin ku artêşa dagirker li gel topan bombeyên şewqê jî diavêjin asîmanê herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din ber êvarê, derûdora navçeya Til Rifetê topbaran kir.

Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi êvarê derdora bajarokê Til Rifetê jî topbaran kir.

Back to top button