QSD: Ev mehek artêşa dagirker êrişên xwe li ser Eyn Îsa ranewestandiye

QSD’ê encama bilançoya mehekê yên sûc û êrîşên dewleta Tirk li dijî Eyn Îsayê, eşkere kir û radihand di van êrişan de, gelek ziyanên madî li milkên sivîlan bûn.
Her wiha di meha Cotmehê de artêşa Tirk û çeteyên xwe 748 top li gundên Şehba û Şêrawayê dan.

QSD’ê bi daxuyaniyekê bilançoya sûcên dagirkeriya Tirk ên ku di meha Cotmehê de li dijî Eyn Îsayê pêk anîne eşkere kir.

Di daxuyaniye de ev agahî hatin biparvekirin:

Dewleta Tirk 5’ê Cotmehê, li ser gundê El-Hoşan û rêya M4, erebeyeke leşkerî kir armanc û di encamê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa dagirker di navbera 8-10’ê cotmehê de gundê El-Selîbî, El Hiwêce, gundê Xalidiyê, Hoşan û Dibis, topbaran kirin.

12’ê Cotmehê, dikaneke bazirganiyê li ser rêya rojhilatê Eyn Îsa hat armancgirtin û zirarên madî bi mal û milkên sivîlan bûn.

Heman rojê depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 bi çekên giran hatin topbarankirin.

Dagirkeran di Cotmehê de 748 top û gule avêtin Şêrawa û Şehbayê

Li aliyê din bîlançoya meha Cotmehê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrîna dagirkirî û Şehbayê, hate eşkerekirin.

Hate diyar kirin artêşa Tirk û çeteyên xwe di nava mehê de 748 top û gule avêtin herêmê.

Her wiha tevî van jî çekên giran hatin bikaranîn û balafir li ser van herêman geriyan.

Back to top button