ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 173’YAN DE YE

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatîn destpêkirin, bi biryar dewam dikin. Pêşenga çalkagerên greva birçîbûnê, Leyla Guven , 173 roj in çalakiya xwe didomîne.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven , di roja 173’an de ye.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 135 roj in li dare.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan di roja 59’an de ye.

EKMEZ Ê 126 ROJ IN DI GREVÊ DE YE: DENG BIDIN DENGÊ ME

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3 û Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Çalakiya Sedat Akin113,

Gurbet Ektîren 104,

Mahsun Şen 115,

Mûrat Aksin 46,

Semra Alkan 113 û

Îhsan Sinmiş 62 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button