Artêşa Sûdanê ferman da ku lîderên Partiya Kongreya Netewî werin girtin

Li dijî darbeya leşkerî ya Sûdanê, hêrsa gel zêde dibe.
Artêşa darbekar jî bi êriş û girtinan hewl dide gel çavtirsandî bike..
Di vê navberê de li ser fermana serokê artêşê Abdulfettah Burhan, berpirsên Partiya Kongreya Netewî ku hatibûn berdan dîsa ketin zindanê.

Dawiya heftê di serî de paytext Xertûm, li gelek bajaran bi deh hezaran Sûdanî li dijî darbeya leşkerî rabûn..

Roja Şemiyê ji ber destwerdana leşkeran 3 xwepêşandêrên din hatin kuştin.

Tevî zextan jî hêrsa gel kêm nabe.

Artêşa darbekar jî bi girtin û hefxwarinê hewl dide pêşî li nerazîbûnên gel bigre.

Di vê navberê de, rayedarên artêşê eşkere kirin ku endamên Partiya Kongreya Netewî yên hatibûn berdan careke din hatin girtin.

Endamên vê partiyê dema hilweşîna rêjîma Omer El Beşîr hatibûn girtin.

Ev yek li ser fermana serokê artêşê Abdulfettah Burhan pêk hat.

Li aliyê din şandeyek ji Hukûmeta Başûrê Sûdan li gela Abdulfettah Burhan kom bû.

Şandiya Başûrê Sûdanê ragihand ku ji bo çareserkirina aloziyên herî ew dixwazin bibin navbênkar.

Her wiha bang li aliyên nakok hate kirin da ku li peymana aştiyê ya Cotmeha sala 2020’an vegerin.

Li ser heman mijarê ajansa Rûsî Sputnîkê îdîa kir ku serokê artêşê gotiye, ew dixwazin Abdullah Hemdûk cihê xwe di rêveberiya nû de bigre.

Back to top button