Covîd-19 di nava 2 salan de hejmara miriyan ji 5 mîlyonî derbas bû

Di sal in mirovahî ji ber belaya Koronayê di nava rewşeke giran de ye.
Ji roja ku li Çînê belavbûyî û heta niha derdora 248 mîlyon kes bi vîrûsê ketine.
Ji wan bêtirî 5 mîlyon kes jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gel peydakirina cûreyên cûda yên derziyan jî lê hê xeteriya vîrûsê ji holê ranebûye û bi pêlên nû bandorê li jiyana însanan dike..

Vîrûsa Korona..

Cara pêşî dawiya sala 2019’an li bajarê Çînê Wûhanê xwe da der.

Û bi demê re li nava parzemînan belav bû.

Di serî de xemsarî, berjewendiyên aboryî yên hin hukûmetan hiştî ku ev vîrûs rê li ber encamên xerab veke.

Ji hilweşîna pergalên tendirûstiyê bigre, heta xizanî û zêdebûna tûndiya li dijî jinê..

Vîrûs Korona ev 2 sal in bi ti awayî ji rojevê derneket.

Li gorî daneyên fermî yên saziyên pêwendîdar;

Heta niha li seranserê cîhanê derdora 248 mîlyon kes bi vîrûsê ketine.

Bêtirî 5 mîlyon jî jiyana xwe ji dest dane..

Gelek cûreyên derziyên li dijî vîrûsê hatin amadekirin..

Lê belavkirina ne adil hişt ku tenê welatên dewlemend sûdê ji wan bigrin..

Herî dawî Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî hişyar kir ku wê bandora vîrûsa Korona sala 2022’an jî dewam bike.

Back to top button