Diyare ku krîza peymana AUKUS, zû bi zû dawî nabe.
Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison gotibû, beriya peyamana keştiyên binav ya li gel DYA û Îngilistanê wî Fransa agehdar kiriye.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî ev yek red kir û got,
Morrison derew li min kir.
Macron di Lûtkeya Lîderan a G20 ku li paytexta Îtalya Roma hat lidarxistin de, bersiva pirsên derbarê krîza keştiyên binav ya navbera Awistralya û Fransa da.
Li ser pirsa “Ma hûn difikirin ku Scott Morrison derew li we kiriye?” Macron got;
Ez ne tenê difikirî ku Morrison derewan dike, lê ji vê yekê piştrastim.
Macron diyar kir ku ew bi rayedarên Awistralyayê re di nava danûstandinan de ne û wê bi demê re rewş zelaltir bibe.
Macron diyar kir ku ew rêzê dide Awistralya û gelê wê, pêwiste ev rêzdayîn ji hevre be.
Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û Serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Marîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.
Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.
Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-Pasîfîkê ye.